• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Kerkûkê xwandevanekî kurd dawî bi jiyana xwe anî

Gulan Media November 12, 2022 Civakî
Li Kerkûkê xwandevanekî kurd dawî bi jiyana xwe anî

 Îro 12.11.2022yê li bajarê Kerkûkê ciwanekî xwandevanê zanîngehê li mala xwe bi ben dawî bi jiyana xwe anî.

Li gor zanyariyên BasNewsê îro li taxa Ednî ya bajarê Kerkûkê ciwanekî kurd ê bi navê Roj Omer Elî yê xwandevanê zanîngehê, di mala xwe de bi ben xwe xeniqandiye û dawî bi jiyana xwe aniye.

Hat zanîn ku piştî bûyerê termê wî ciwanî ji bijîşkê dadî yê Kerkûkê re hatiye veguhestin û hîn sedemê xwe kuştina wî nehatiye zanîn.

Derbarê bûyerê de BasNewsê hewl da pêwendî bi berdevkê polîsê Kerkûkê Muqadem Amir Nûrî ve xwest pêkbîne, lê bersiv neda.

 

Basnews

Top