• Saturday, 21 February 2026
logo

Hêzên rejîma Esed taxên Kurdan dorpêç kirin

Gulan Media November 12, 2022 Nûçe
Hêzên rejîma Esed taxên Kurdan dorpêç kirin

Eşrefiye û Şêx Meqsûd du taxên mezin yên Kurdanin li Helebê.

Li gor jêderên herêmî duhê bişev hêzeke gelek zêde ya rejîma Sûriyeyê ya ser bi lîwaya 4an ya rejîmê her du taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê dorpêç kirine.

Jêderên herêmî behsa vê  yekê dikin ku, hêzên rejîmê ji duhê bişev ve dest bi dorpêç kirina wan her du taxan kirine û hêzeke zêde bo wan du taxan veguhastine.

Weke tê zanîn ev her du taxên Kurdan ev çend sale ji aliyê rejîmê ve hatibûn dorpêçkirin û duhê bişev jî hêzên leşkerî yên rejîmê dorpêçên han dijwartir kirine.

Top