• Saturday, 21 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Rixmî astengiyan me pêşkeftinên berçav bidest anîne

Gulan Media November 11, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Rixmî astengiyan me pêşkeftinên berçav bidest anîne

Serokwezîr beşdarî di merasîma Scholarshipê de kir.

Îro li Hewlêrê kompangiya genel enerjî bi hevbeşî li gel zanîngeha Amerîkî/ Kurdistan merasîmek bi navê bexşîna Scholarship lidar xist û di merasîma han de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî beşdar bû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma han de gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, jiber dabîn kirina 20 Scholarship bo Xwendekaran spasiya kompaniya genel enerjî dikim û hêvî dikim ku, kompaniyên din jî çav li genel enerjî bikin û dest bi çalakiyên bi vê rengî bikin.

Mesrûr Barzanî got: Ez gelek kêfxweşim bo dabîn kirina wan 20 Scholarshipan û herwiha gelek kêfxweşim ku, zanîngeha Amerîkî/Kurdistan hijmareke zêde xwendekar werdigire. Ev Scholarshipên han aste xwendekarên me bilind dike û digehîne asteke standar ya cîhanî.

Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de diyar kir ku, Kurdistan berdewame û pêbende bi xizmet kirina xwendekaran û li ser asta cîhanê jî cîhê baweriyê ye û hêvî dikim kompaniyên din jî dest bi çalakiyên însanî yên taybet bi xwendekaran bikin.

Serokwezîr ev yek anî ziman ku, hikûmet gelek hewl dide bo zêde kirina çavkaniyên dahat û abûriyê û em berdewam dibin li ser piştîvanî kirina nibişên nû û tekez kir ku, rixmî astengiyên gelek zêde lê karîne pêşkeftinên gelek mezin jî bidest bînin.

 

Top