• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Xaneqînê zilamekî temen 60 salî dawî li jiyana xwe anî

Gulan Media November 10, 2022 Civakî
Li Xaneqînê zilamekî temen 60 salî dawî li jiyana xwe anî

li roja 09.11.2022yê zilamekî bi navê Welîd ê temen 60 salî, li mala xwîşka xwe ya li taxeke Xaneqînê dawî li jiyana xwe anî.

Mam Welîd li taxa Cebrawe ya bajarê Xaneqînê jiyan dikir, lê îro li mala xwîşka xwe ya li taxa Îmam Ebas li Xaneqînê ji ber pirsgirêkekî malbatî û deynê zêde li ser heyî, bi fîşekekî dawî li jiyana xwe anî.

Li gor zanyariyên BasNewsê, li gel pirsgirêkên wî yên malbatî û deyndariyê, herwaha pirsgirêkên wî yên derûnî jî hebûne.

 

basnews

Top