• Saturday, 21 February 2026
logo

Swêd ji bo tevlîbûna NATO û nehîştina dilgiraniyên Tirkiyê, destûra xwe diguhêre

Gulan Media November 9, 2022 Nûçe
Swêd ji bo tevlîbûna NATO û nehîştina dilgiraniyên Tirkiyê, destûra xwe diguhêre

Parlamentoya Swêdê ji bo hêsankirina endamtiya wê di Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) de, plan dike dengdanê ji bo guhartina destûra bingehîn a welêt bike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ji Gulana borî ve rê li ber Swêd û Fînlandayê digire ku tevlî NATOyê bibin, bi hinceta ku ew endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dihewîne.

Parlamentoya Swêdê diyar kir, ev guhertinên ku di destûrê de bêne kirin, dê rê bide “azadiya rêxistinên ku di nav terorê de cih digirin bê sînordarkirin”. Ev jî yek ji xalên ku Tirkiye daxwaza dike ew di destûrê de hebe, heta ku bikare bibe endama NATOyê.

Dengdana ku dê di 16ê Mijdarê de were organîzekirin, dê ji bo şopandina endamên Partiya Karkerên Kurdistanê hêsantir bike.

Ji 30 welatên NATOyê, 28 welatan endambûna Swêd û Fînlandayê pejirandiye, lê Tirkiye û Macarîstanê qebûl nekirine. Ji bo endamtiya NATOyê jî, erêkirina hemû endamên wê pêwîst e.

Ev yek di demekê de, pêştir jî Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom eşkere kir, hikûmeta nû ya Swêdê hemû piştevaniyên xwe yên bê merc ji bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yên Rojavayê Kurdistanê radiwestîne.

Duhî Sêşemê jî Serokwezîrê Swêdê Ulf Christerson jî di civîna Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan re soz dabû ku welatê wî dê bersivê bide nîgeraniyên Tirkiyê di şerê li dijî terorê de, ji bo rakirina hemû astengiyan li pêşiya endambûna wê di NATOyê de.

 

 

K24

Top