Şingaliyên di kampan de: Bila PDKê ji bo vegera me kar bike
Xelkê Şingalê yên ku di nava kampan de ne daxwazê dikin ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bêhtir kar bike ku bikarin vegerin ser malên xwe .
Zêdeyî %65 a xelkê Şingalê koçber in û dibêjin xaniyên wan wêran in û ti alîkariyeke ji wan re nayê kirin ku bikarin vegerin ser malên xwe.
Koçberê ji Şingalê Merwan Xudêda dibêje: “Me divê partî (PDK) zêdetir girîngiyê bi de Şingalê. Em dixwazin danûstandinan ligel hikûmeta navendî ya Bexdayê re bikin û çareyekê ji rewşa Şingalê re pêk bînin. Bi hzaran xort û keçên Şingalê yên derçûyî hene û li malê runitîne. Me me divê zêdetir girîngiyê bidin xelkê Şingalê.”
Koçberê Şingalê Êgan Yusif jî got: “Bi bikûmeta merkezî re kom bibana û alîkariya me bikiran da ku em vegeriyan cihê xwe. Xaniyên me wêran kirine, xelkê me hemû gelek belengaz in û tiştek ji wan nayê çêkin. Pêwistiya me bi alîkariyê heye.”
Di kongreya 14an a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de ku di navbera 3-6 Mijdara 2022an li bajarê Duhokê hat lidarxistin, desteyeke nû ji bo ji bo Komîteya Navendî ya PDKê hat hilbijartin û yek ji endamanên komîtyê dibê PDK ji bo çareserkirina pirsa deverên madeya 140 ya destû, rêkevtineke nû ligel hikûmeta Iraqê kiriye û yek ji wan devera Şingal e.
Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Dr. Nûrî Osman dibêje: “Ev rêkevtina nû ligel hikûmeta nûya Bexdayê çêbûye. Di kongreya PDKê de jî hat gotûbêjkirin û hêviyên me hene vê carê were cîbicîkirin. Ji ber ku yek ji mercên PDK di hikûmetê de cîbicîkirina vê rêkevtinê ye.”
Li gor amarên qeymiqamiya navçeya Şingalê zêdeyî %65 ji xelkê Şingal koçber in û di nav kampên Duhokê de dijîn.
Di dawî hilbijartinên parlamentoya Iraqê de ji devera Şingal û Zûmarê 4 parlamenter bo parlamentoyê hatin şandin û her çar parlamenter jî berbijêrên PDKê bûn, lewma xelkê Şingalê dibêjin wan dengê xwe dane PDKê, ji ber wê divê PDK jî di karnameya xwe de ciheke girîng bide Şingalê.
Rudaw
