Li Hewlêrê festîvala Navnetewî ya Şano birêve diçe
Îro 08.11.2022yê rêveberiya hûnera şano ya Hewlêrê di civîneke çapemeniyê de ragehand, heftemîn Festîvala Navnetewî ya Şano li Hewlêrê roja 12.11.2022yê destpê dike û diyar kir, ji ber belavbûna şewba vîrusa koronayê du salan ew festîval birêve neçû.
Serokê 7emîn Festîvala Şano li Hewlêrê Hîwa Suad ragehand: ‘’Di vê festîvalê de 14 lîstokên şano beşdar dibin û yek ji surprîzên vê festîvalê jî ewe ku Ukrayna û Rûsya jî beşdar dibin û ew herdu welate hemû cîhan naha bi şerê li gel yek mijûl kirine. Lê li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê bi hunera şano yek digrin. Me jî wek hunermendên Hewlêrê biryar da li gel aheng gerandinê emê wisa bikin ku li yek nêzîk bibin.’’
Herwaha got: ‘’Ji wan 14 tîmên şanoyê yên beşdarî dikin 9 tîm yên welatên cudane ku dê bên, ew jî Rûsya, Ukrayna, Misir, Sûriye, Tunis, Sultaniyeta Uman, Îran û ji Tirkiyê jî şanokarên bajarê Amed a Bakurê Kurdistanê tên û bi şanoyekî beşdar dibin. Herwaha Iraq û Herêma Kurdistan jî beşdar dibin.’’
Hîwa Suad diyar kir: ‘’Serê sibehan dê panelên fikrî li ser festîvalê birêve biçin û gelek pirtûk hatine çap kirin ku taybetin li ser vê festîvalê û hin nivîskar jî hatine bang kirin ku pirtûkên xwe dê îmza bikin û dabeş bikin. Saziyekî çap û weşanê ya navdar a Başûrê Iraqê jî dê bê û pêşangehekî pirtûkan veke.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Lijneyekî dadwerî ya bihêz hatiye danîn ku ji çend kesên şaraza û pispor pêktên di vî warî de hatiye danîn û Dr. Fazil Caf serokatiya wê dike û endamên din jî ji welatên cuda ne.’’
Serokê 7emîn festîvala şano li Hewlêrê diyar kir: ‘’Festîval roja 12.11.2022yê li salona Pêşewa li Hewlêrê destpê dike û dê 7 rojan berdewam bike.’’
Basnews
