• Saturday, 21 February 2026
logo

2 leşkerên Tirk li Zapê hatin kuştin

Gulan Media November 7, 2022 Nûçe
2 leşkerên Tirk li Zapê hatin kuştin

Li Zapê di encama êrîşeke PKKê de du leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

Wezarete Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de diyar kir, li Zapê gerîlayên PKKyê teqe li bingeheke leşkerî kirine û di encamê de du leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûne.

Duhî jî Wezarete Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina 2 leşkerên xwe li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê di encama teqîna bombeyekê de ragihandibû.

Arteşa Tirkiyê nêzîkê heft mehan e li Zapê, li dijî gerîlayên PKKê operasyoneke berfireh ya bi navê “Pence-Kilît” bi rê ve dibe û heta niha herî kêm 80 leşkerên wan hatine kuştin.

Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar berî çend rojan gotibû, kontrolkirina Zapê nêzîk e.

 

K24

Top