Serdana şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexdayê hat taluq kirin
Herçend biryar bû sibe şandeyekî hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike ji bo gotûbêjên li ser çend pirsekan, lê li gor gotinên Serokê Dîwana Encûmena Wezîran, serdana wê şandeyê ji bo demekî din hat taluq kirin.
Îro 07.11.2022yê Parlamenterê PDKê li Encûmena Nûnerên Iraqê Amanc Herkî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şandeyekî PDKê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê biçin Bexdayê. Şandeya hikûmetê ji bo gotûbêjên li ser pirsa neft û gaz û budce û mijara wezareteke din, ku maye wek pişka PDKê li gel çend pirsekî din ên li gor rêkeftina ku hikûmet li ser wê bingehê hatiye pêkanîn dê gotûbêj bikin.’’
Herwaha got: ‘’Çûna şandeya PDKê bo Bexdayê, ji bo wê rêkeftina li gel PDKê hatiye kirin, ku dest bi cîhbicîh kirina wan xalan bê kirin û PDK piştî kongreyê bi rûyekî nû ve dixwaze li gel Bexdayê gotûbêja wan pirsan bike û pêdagirbe li ser wan xalan ku li ser rêkeftin pêkhatiye.’’
Ji aliyê din ve Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah jî ragehand: Sibe şandeya hikûmetê naçe Bexdayê û ew serdan hatiye taluq kirin ango paşxistin.
Basnews
