• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Şerabanê ciwanek hat kuştin

Gulan Media November 6, 2022 Nûçe
Li Şerabanê ciwanek hat kuştin

Berdevkê Rêveberiya Polîsê Diyalayê Nîhad Mihemed ragihandiye, îro roja yekşeme 06.11.2022an li parêzgeha Diyalayê ciwanek hat kuştin.

Di vê derbarê de, lîwa Nîhad Mihemed Berdevkê Polîsê Diyalayê ji (Basnews) re ragehand: ‘’Îro roja yekşemê 06.11.2022 termê ciwanekî bi navê (A, A, H) ji dayîkbûyê sala 1997an li devera Hesawî ya ya li navçeya Şeraban hat dîtin ku ji aliyê hin çekdarên nenas hatiye kuştin.

Nîhad Mihemed dibêje: ‘’Ew xort îro hat kuştin û wek şofêrê tankerê kar dikir û paşê term ji bo pişkinîna pizîşkî ya dadwerî hat birin û hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînê li ser bûyerê kirin.’’

Şareban navçeyek e ku ji aliyê îdarî ve girêdayî parêzgeha Diyale ye û hejmareke berçav ji kurdên Feylî tê de dijîn.

 

Basnews

Top