Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Di xwepêşandanên du mehên borî de 304 kes hatine kuştin
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Osloyê ye, îro roja şemiyê got, hejmara kesên ku di xwepêşandanên du mehên borî de li Îranê hatine kuştin gihîştiye 304 kesan, ku 41 ji wan zarok in.
Li bajarê Xaş ê ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê roja înê herî kêm 16 kes hatin kuştin.
Rêxistinê ragihandiye ku neh ji 41 zarokên ku hatine kuştin keç in û sê jî welatiyên efxanî ne.
Li gorî vê raporê, tenê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê 118 kes hatine kuştin, li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê 26 kes li parêzgeha Sine û parêzgeha Urmiyê 21 kes, 13 kes li parêzgeha Kirmaşanê, 2 kes li Îlamê ji aliyê pasdarên Îranê ve hatine kuştin. 2 kes jî li parêzgeha Loristanê.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê hejmara kuştiyên parêzgehên din ên Îranê wiha eşkere kir.
- Parêzgeha Mazenderanê 33 kes
- Parêzgeha Tehranê 30 kes
- Parêzgeha Gîlan 22 kes
- Parêzgeha Elburzê, 9 kes
- Parêzgeha Xorasana Rezewî, 4 kes
- Parêzgeha Isfehanê, 4 kes
- Parêzgeha Zencanê, 4 kes
- Parêzgeha Navendî 2 kes
- Parêzgeha Qezwînê 2 kes
- Parêzgeha Kuhgeluyê û Boyer Ehmed, 2 kes
- Parêzgeha Tehranê 2 kes
- Parêzgeha Erdebîl, 2 kes
- Parêzgeha Xuzistanê 2 kes
- Parêzgeha Hemedan, 2 kes
- Parêzgeha Buşehr, 1 kes
- Parêzgeha Semnan, 1 kes
Basnews
