Demirtaş dest bi rapirsiyekê kir
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş li ser hesabê xwe yê twitter rapirsiyek da despêkir û dê 24 demjimêran berdewam bike.
Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016an ve li girtîgeha Edîrneyê girtî ye, êvara 5ê Mijdara 2022ê li ser hesabê xwe yê medya civakî bi 4 pirsan dest bi rapirsiyekê kir û daxwazkir herkes beşdarî bibe.
Demîrtaş bi van pirsên ku bi wêneyên karîkatorîstî belavkirîn balê dikişîne ser hilbijartinên li pêşiya Tirkiyê û wiha dipirse:
1-Şev dengek ji hola we hat. Hûn rabûn we dît dizekê tiştê we hemû xistine kîsekî û dane pişta xwe. Ji aliyekê ve jî toza li erdê heyî pak dike. Hûn bin dê çi bêjin?
Bijarde:
A.Didize, lê kar jî dike
B.Ez dê yekser gazî polîsan bikim
2- Şev dengek ji hola we hat. Hûn rabûn we dît heman diz e. Hûn bin hûn dê çi bêjin?
A.Xwemalî û netewê ye, bila bidize
B. Ez dê yekser gazî polîsan bikim
3- Bişev li holê… dîsan heman diz. Hûn bin hûn dê çi bêjin?
A-Destava te nayê?
B-Ez dê gazî polîsan bikim
4-Dîsan şeve,diz hîn haman kese. Polîs û dozger jî ser bi wî ne. Hûn bin hûnê çi bibêjin?
A.Wiha Hatiye dê wiha….
B. Em wî di sindoqê veşêrin
Rudaw
