Li Rûsyayê di kulûbeke şevê de şewat derket: 15 kes mirin
Li bajarê Kostroma ya Rûsyayê di kulûbeke şevê de şewat derket û di avahiya ku şewatê dorpêç kir de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li bajarê Kostroma ya Rûsyayê demjimêrên şevê da di kulûbeke şevê de şewat derket. Dedemeke kurt de bi zêdebûna şewatê re, agir avahî hemî girte nava xwe û ban hilweşiya.
Di bûyerê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmareke mezin jî birîndar bûn.
Hejmareke zêde ya tîmên agirkuj çûn cîhê bûyerê û 250 kes jî hatin veguhestin.
Piştî xebateke zêde ya tîmên agirkuj, agir hat tefandin ango temirandin. Û sedema derketina şewatê tê lêkolîn kirin.
Basnews
