• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Hewlêrê kesek ji aliyê birayê xwe ve hate kuştin

Gulan Media November 5, 2022 Civakî
Li Hewlêrê kesek ji aliyê birayê xwe ve hate kuştin

Li taxa Teyrawa ya Hewlêrê, kesek ji aliyê birayê xwe ve hate kuştin.

Li gor zanyariyên BasNewsê îro 05.11.2022yê demjimêr 02:00ê ber bi sibehê ve li taxa Teyrawa ya Hewlêrê kesekî bi 8 guleyan birayê xwe kuşt.

Piştî derbasbûna 5 demjimêran bûyerê, tometbar ji aliyê polîsê Hewlêrê ve hate girtin.

Li gor agahiyên polîs belav kirin, navê kesê ku ji aliyê birayê xwe ve hatiye kuştin Cêgir Rêgir e temen 21 saliye. Herwaha birayê wî yê tometbar jî C. Rêgir e û temenê wî jî 19 sal e.

Li gor agahiyên polîsê Hewlêrê her du bira jî firoşkar û bikarhênerên madeyên hişber in.

Derbarê bûyerê de zanyariyên bi hûrgilî li herdu vîdeoyên xwarê de ne:

 

Basnews

Top