• Saturday, 21 February 2026
logo

DAIŞê bi 50 hezar dolarî şivanekî Kurd berda

Gulan Media November 5, 2022 Nûçe
DAIŞê bi 50 hezar dolarî şivanekî Kurd berda

 Şivanê ku roja 06.09.2022ê li gundê Narênê yê ser bi sînorê Kifrî ve winda bûbû û piştre hatibû ragihandin ku ji aliyê DAIŞê ve hatiye revandin, roja Înê hat berdan û vegeriya nav malbata xwe.

Roja Duşemê 06-09-2022, demjimêr 17:30ê piştî nîvro, Sebah Nûrî ligel çend şivanan bû, lê Sebah wê êvarê winda bû.

Roja Înê 04.11.2022 Rehîm Ezîz apê Sebah di derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got “Ev 2 meh in em li bendê ne û li gel çekdarên DAIŞê danûstandinan dikin, destpêkê 100 hezar dolar xwestin, lê bi 50 hezar dolarî razî bûn û îşev piştî nimêja êşayê hat azadkirin.”

Li gundê Narênê di nava sê salan de ev sêyemîn revandina mirovan e. Yek bi kefaleta 57 hezar û 500 dolarî hat berdanyekî din hat kuştin û Sabah Nûrî jî îşev bi kefaleta 50 hezar dolarî hat berdan.

Top