Rêjeya jinan di Encûmena Serkirdetiya PDKê de tê zêdekirin
Di Kongreya 14an a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de rêjeya jinan bo Encûmena Serkirdetiyê zêdetirî %15 dibe.
Endama Kongreya PDKê û Namzeda Encûmena Serkirdetiyê Viyan Sebrî ji Kurdistan24ê re ragihand, di Kongreya 14an a PDKê de rêjeya jinan bo Encûmena Serkirdetiyê ji %15an zêdetir dibe.
Viyan Sebrî eşkere kir: “Em weke jin, bi awayekî berdewam çavê me li zêdetir e, lê belê li gor kongreya 13an, vê carê rêje hatiye zêdekirin û nabe beşdariya jinan ji %15an kêmtir be, ku ev guherîneke gelek baş e.”
Herwiha diyar kir ku beşdariya jinan di Kongreya 14an a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de %25 e û rola jinan li dezgehên hikûmetê û partiyan, roleke aktîv e.”
K24
