Hunermendê Bakurî bi xakê hat spartin
Cenazeyê hunermend Andreas Israel bi nasnav Bakurî îro danê sibê li goristana nû ya Enkawayê hate definkirin.
Mamosta Andreas Îsraîl Bakurî di sala 1928an de li Koyê hatiye dinê, li stasyona Bexdayê stran gotiye û navê Bakurî lê hatiye dayîn û damezrênerê Koma Bawacî ya Koyê ye.
Bakurî şeva borî di temenê 92 saliyê de koça dawî kir, îro 3.11.2022ê piştî ku wecîbeyên olî li Dêra Mor Youhena, li goristana nû ya Enkawa bi xakê hat spartin.
Basnews
