• Saturday, 21 February 2026
logo

Ji bo hilbijartina endamên serkirdetiya PDKê dengdan dest pê dike

Gulan Media November 4, 2022 Nûçe
Ji bo hilbijartina endamên serkirdetiya PDKê dengdan dest pê dike

Di roja duyem a Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de proseya dengdanê ji bo hilbijartinên endamên serkirdetiyê dest pê dike.

Li gor bernameya kar a Kongreya 14an a Partiya Demokrat a Kurdistanê, îro înê 4ê Mijdara 2022yan, ku duyem roja birêveçûna kongreyê ye, di demjimêr 10:00an de rûniştina yekem dest pê dike û raporta lijneyan tê xwendin.

Di rûniştina duyem a îro ya Kongreya 14an a PDKê de ku li gor bernameya kar di demjimêr 14:00an de birêve diçe, navên namzedan dê werin xwendin û proseya dengdanê ji bo hilbijatina endamên encûmena serkirdetiyê ya PDKê dest pê bike.

Wek di bernameya kar a kongreya PDKê de hatiye diyarkirin, îşev proseya cudakirina dengan û jimartina wan birêve diçe.

Duh 3yê Mijdara 2022yan, Kongreya 14an a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Duhokê dest pê kir, di roja yekem a kongreyê de, Serok Mesûd Barzanî wek Serokê PDKê hat hilbijartin û Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî wek cîgirên serok hatin hilbijartin.

 

K24

Top