Baykota perwerdeyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê destpê kir
Baykota perwerdeyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ya li ser bangawaziya 14 sendîkayên perwerdeyê ku 300 hezar endamên wan hene, destpê kir.
14 sendîkayên perwerdeyê îro Çarşemê 2ê Mijdara 2022yan li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li dijî Yasaya Pîşeya Mamostatiyê kar boykot dikin.
Di çarçoveya rawestandina kar de li hin dibistanan pankart hatin daliqandin û herwiha mamoste neçûn ser kar.
Li Qada Ulusê ya Enqerê girseyeke ji karmendên perwerdeyê kom bû û banga hikûmetê kirin ku daxwazên wan were cîbicîkirin.
Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egitim-Sen) piştgirî dide biryara 14 sendîkayên perwerdê, lê Turk Egtim Sen ku nêzîkê MHPê ye beşdarî çalakiyan nabe.
Egitim Bir-Sen ku ew jî sendîkayeke perwerdeyê wm duh 1 Mijdarê li dijî wê yasayê bo dema demjimêrekê dersê boykot kiribû.
Ew sendikayên perwerdeyê dibêjin pêwîst e ew yasa were hilweşdan û herwiha daxwaz dikin, bi awayekî lezgîn ezmûna kariyerê ku biryar e 19ê mehê bê kirin were hilweşandin.
Di heman demê de sendîka daxwaz dikin mûçeyê mamosteyan were zêdekirin û dibêjin mûçeyê niha mamosta werdigrin di jêr asta hejariyê de ye.
Daxwazên sereke yên sendikaya ev in:
-Hilweşandina azmûna kariyerê ku dê di 19ê Mijdarê de were kirin
-Ji bo hemû karmendên perwerdehiyê bê cudahî dayîna alîkariya amadekariyê ya sala xwendinê bi qasî mûçeyekê
-Ji bo hemû karmendên perwerdehiyê zêdekirina meaş
-Bidawîkirina mulkatê
-Li gorî prensîba dewleta civakî, hemû karmendên perwerdehiyê bê cudahî; alîkariya cil û berg, veguhestin, cihê manê, xwarin, sotemenî û alîkariya kirê werbigire
-Dawî li neheqiya bacê were kirin
Rudaw
