20 sal zîndan li jineke Amerîkî ya DAIŞî hate birîn
Dadgeheke Virginyayê duhî Sêşemê 20 sal zîndan wek ceza li Alison Flocke-Ekren a ku serkirdatiya “tabûra jinan” a DAIŞê li Sûriyê dikir, birî.
Jina DAIŞî Alison Flocke-Ekren a 42-salî di Hezîrana borî de sûcê xwe qebûl kir ku “piştgiriya madî ji rêxistineke terorîst re dikir”.
Alison Flocke-Ekren poşmaniya xwe ya kûr ji ber karê xwe de anî ziman û ji hemû kesên ku ji kiryarên wê bandor bûne jî, lêborîn xwest. Lê wê tekez kir ku wê “ti carî bi xwe beşdarî di şeran de nekiriye û yek fîşek jî neavêtiye.”
Li gorî Dozgerê Giştî Raj Parikh, Alison Flocke-Ekren di navbera 2012 û 2019an de, piştgirî da rêxistinên cîhadî li Sûriye, Iraq û Lîbyayê, li wir mejiyê keçên ciwan dişûşt û ew li ser kuştinê perwerde dikirin.
Di meha Hezîrana borî de, Alison Fluke-Eckern qebûl kir ku wê zêdetirî 100 jin û keç perwerde kirine, hin ji wan di navbera 10 û 11 salî de bûn û ew fêrî bikaranîna çek û kemberên teqîner kirine.
Alison Flocke-Ekren sala 2008an ligel hevjînê xwe ji Kansasa Amerîka çûbû Misrê, sala 2011an çûn Lîbyayê û sala 2012an derbasî Sûriyê bûbûn.
Di sala 2016an de, hevjînê wê di encama bombebaranekê de hat kuştin û çend meh şûnda ew dîsa bi çekdarekî DAIŞê yê Bengladeşî re zewicî.
K24
