Li Îsraîlê li gorî encamên destpêkê Netanyahu hikûmetê ava bike
Li Îsraîlê Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Benjamin Natenyahu û hevpeyamnên wî di helbijartinên wî welatî de li gor encamên ne fermî serkeftin bi dest xistin.
Li Îsraîlê li gorî encamên destpêkê bloka rastgir a bi pêşengiya Serokwezîrê berê Netanyahu li parlamentoyê ji bo pêkanîna hikûmetê bi 62 parlementeran gihişt hejmara pêwîst.
Li Îsraîlê ku di nava 3 sal û nîvên dawîn de hilbijartina giştî ya 5emîn a pêşwext hat encamdan, dengdayin bi dema herêmî saet 22.00an qediya û anketên encamên sindoqan hatin weşandin.
Li gorî encamên ne teqez yên ku Kanal 13ê ragihandin, bloka rastgir a ku tê gotin ew dê bi teqez piştevaniya Partiya Likudê ya bi serektiya Netanyahû bike, li Parlementoya Îsraîlê ya ku 120 kursiyên wê hene, bi 62 parlementeran piraniya kursiyan bi dest xist.
Li gorî encamên ne teqez Likudê 31 parlementer bi dest xistin û bû yekemîn.
Partiya Yêş Etîd (Siberoj) a Serokwezîr Yaîr Lapid a rikaberê Netanyahû jî bi 24 kursiyan bû partiya duyemîn.
Sibeha îro Natenyahu di gotarekê de ji bo aligerên xwe ragihand, encamên hilbjartinan amaje dikin ku partiya wî di rêza yekê de tê û got: “Emnêzîkî serkeftina mezin in.”
Natenyaho li hember alîgirên xwe li Orşelîmê got, şarezayek baş li cem wî heye, çendîn hilbijrtin wî dîtine û pewîst e çaverêy encamên dawiyê bikin, lê rêya partiya wan ew ji serkeftina mezin nizîk in.
Rudaw
