• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Mawet gundek bû xwedî binkeyekî wêjeyî û çandî

Gulan Media November 1, 2022 Nûçe
Li Mawet gundek bû xwedî binkeyekî wêjeyî û çandî

Gundê Kuredawê yê ser bi qeza Mawet a parêzgeha Silêmaniyê, bû xwedî binkeyê xwe yê wêjeyî û çandî ya taybet û qaymeqamê qezayê jî dibêje: ‘’Ew binkeye dê rolekî wê yê giring hebe li navçeya Mawet û Şarbajêr û bi taybet di parastina çand û ziman de.’’

Qaymeqamê Mawet Kameran Hesen ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew binkeye ku wan rojane li gundê Kuredawê ya li sînorê ve hatiye vekirin, dê xizmetekî mezin ji gundê Kuredawê û hemû Şarbajêr re bike û hewla komkirin û parastina bi sedan tiştên Şarbajêr dê bike ku kêm maye jinav biçin û di bin metirsiya navçûnê de ne.’’

Herwaha got: ‘’Ew binke jig elek amûr û alaw û tiştên şûnwarî û nivîskî yên navçeyê li xwe digre û hatine kom kirin û hewla komkirina bi sedan tiştên din û axaftin û wêjeya kevin, çîrokên navçeyê dê bên kom kirin, herwaha axaftinên dîwanên kurdewarî yên germ dê bên komkirin û di vê binkeyê de hem bi nivîskî hem jî wek amûr tiştên herêmî dê hemû bên komkirin.’’

Top