• Saturday, 21 February 2026
logo

HSDê li Dêre Zorê 2 çekdarên DAIŞê kuştin

Gulan Media October 31, 2022 Nûçe
HSDê li Dêre Zorê 2 çekdarên DAIŞê kuştin

Li gundê el-Lewziye li rojhilatê Dêre Zorê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di operasyoneke taybet de 2 çekdarên DAIŞê in kuştin û 2 çekdarên din jî girtin.

Li gor Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), li gundê el-Lewziye li rojhilatê Dêre Zorê HSDê di operasyoneke taybet ser bi şaneyeke çekdarên DAIŞê ku li navçeyê sivîl dikirin armanc, piştî ku şervanên HSDê şaneya çekdarên DAIŞê dorpêçkirin hişyarî dan wan da xwe teslîm bikin lê  şer di navbera her du aliyan de derket, di encamê de 2 çekdarên DAIŞê ji aliyê HSDê ve hatin kuştin û 2 çekdarên din jî hatin girtin.

23ê Îlona borî jî, li gundên el-Kessar, el-Tigêhî û el-zirr li rojhilatê Dêre Zorê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî 9 çekdarên DAIŞê girtin.

 

 

Rudaw

Top