Cihê Kurdan di 99 salên pergala komara Tirkiyê de
Komara Tirkiyê 99emîn salvegara xwe pîroz kir, lê di nav Komara Tirkiye de, nûnerên gel û rastiya Kurd çiqas cîh tê de girtiye û heta niha ev rejîm hebûna Kurdan çewa dibîne? Akademisyen û lêkolînerên siyasî, di Komara Tirkiyê de, hebûn û cîhgirtina Kurdan ji Kurdistan24 niraxandin.
Akademisyen û lêkolînerê siyasî Wedat Koçal ku li ser kevneşopiya siyaseta Tirkiyê lêkolînên akademîk kiriye, li ser di 99 salên borî yên damezrandina Komara Tirkiyê; da zanîn ku damezrandina rejîma Komara Tirkiyê li ser daxwaz û beşdariya gel û neteweyan nehatiye damezrandin û ji aliyê qadroyên îttihat Terakî ve, rejîm û nevaroka rejîmê hatiye diyar kirin û wan qadroyan, daxwaz û projeyên xwe li ser civakê ferz kirin e û sepandine. Koçal ragihand ku ew helwesta li dijî hebûna Kurdan jî hêj jî berdewam e.
Akademisyenê Beşa Siyasî li Zaningeha Dîcleyê Wedat Koçal ji K24ê re got: “Komar Tirkiyê, li ser daxwaza neteweyekî yan jî wek şoreşa neteweyî nîn e, bi destê paşayên îttaha Terakkî guhartineke qadroyên desthilatdar e. Ew qadro jî hîç ji nûnerên gelê Kurd pêk nehatine û herî dawî jî di Kongreya Erzoromê de, behsa Kurdan bi şiyandina nameyan bi pêşengên Kurdan re hatiye kirin. Bi Kurtasî Kurd û nasnemyên neteweyî ya Kurd, di sazkirina Komarê de wek nÛnertî pişikdarî nebûye. Û piştî damezrandina Komarê jî, li ser neteweya Kurd û hemû pêkhateyan nasnameya Tirk hatiye sepandin. Dİ serdema niha de jî, Kurd wek pêkhateyeke folklorîk a dewlemeniya Tirkiyê tê dîtin û heger ku nasnameya Kurd, neteweyî nebe, polîtîk nebe û dîrokî nebe maqûl tê dîtin, dema ku ev hebin, dîwarên pergalê tên danîn.”
Lêkolînerên Kurd jî, balê dikşînin ku Komara Tirkiye, bi projeyên pişaftin û koçberiyê li ser polîtîkayên ji holê rakirina Kurdan hatibe damezrandin û heta qonaxekê bi ser ketibe jî, Kurd ji bo mafên xwe yên neteweyî têkoşîna xwe berdewam dikin.
Lêkolîner û nivîskar Tahsîn Sever dibêje: “Wan projeyên dewleta Tirk, herî zêde çi tesîr li ser Kurdan kiriye? Di sûretê Diyarbekirê de tê fêm kirin. Li Diyarbekirê bi giranî bi Tirkî dipeyîvin. Tesîra herî mezin ev e. Ji ber ku Tirk û dewleta Tirk, wek Îranî û Ereban jî tevnegeriya ye. Pergeleke din ava kiriye û xwestiye ku Kurdan bi ziman, çand û dîroka xwe ve ji holê ra bike.”
Akademîsyen û çavdêrên siyasî, balê dikşînin ku di nav pergala Komara Tirkiyê de ku 99 sal berê hatiye damezrandin de, li dijî hebûna Kurdan sazûmanî heye û tada û tesîrên mezin hatine kirin. Lê têkoşîna gelê Kurd jî pêwistiya guhartina wê hewest û pergalê mîsoger dike.
K24
