Serokwezîrê Kanada beşdarî xwepêşandanên dijî Îranê yên revenda Îranî bû
Duh 29.10.2022yê Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau û hevjîna xwe di xwepêşandanên nerazîbûna revenda Îranî ya li paytexta Kanadayê Ottawayê beşdar bûn.
Justin Trudeau di wê xwepêşandanê de bi dengekî bilind ve dirûşma ‘’Jin, Jiyan û Azadî’’ got û ragehand: ‘’Em li hember Îranê bêdeng nabin û li gel jin, keç û dayîkên Îranî û hemû wan kesên ku di vê tevgerê de em hevrêne ji wan re dibêjin, hûn nehatine jibîrkirin, dengê we hatiye bîhîstin û emê dengê we bilindtir û bihêztir bikin. Tişta ku em bikarin bikin emê bikin ku li hember hikûmeta Îranê em rawestin.’’
Serokwezîrê Kanada di twitekî de piştevaniya xwe ji bo tevgera nerazîbûnên xelkê Îranê teqez kir û ragehand: ‘’Em yekgirtî ne, yekgirtîne ji bo piştevaniya jinên Îranî, yekgirtîne ji bo li hember reftarên kirêt ên hikûmeta Îranê û yekgirtîne û di wê baweriyê de ne ku divê ev hikûmeta zulmkar bersiva wê bide ku ew yekgirtîbûna li Ottawa hatiye nîşandan.’’
Basnews
