• Sunday, 22 February 2026
logo

Almanya biryareke nû derbarê rejîma Îranê de dide

Gulan Media October 27, 2022 Nûçe
Almanya biryareke nû derbarê rejîma Îranê de dide

Vîze nade rayedarên rejîma Îranê.

Hikûmeta Almanyayê ragihandiye ku, piştîvaniya xwepîşandanên xelkê Îranê yên li dijî rejîma vê welatî dike û li gel Yekîtiya Ewrûpayê dorpêçên nû dixin ser rejîma Îranê.

Hikûmeta Almanyayê herwiha dilgiraniya xwe ya li hember bikar anîna tundî ji aliyê rejîmê ve li dijî xwepîşanderan diyar kiriye û ragihandiye ku, Almanya ji helwestên rejîma Îranê yên li dijî xwepîşanderan dilgirane lewre Almanya bo piştîvanî kirina xwepîşandanên Îranê û xelkê vê welatî, biryar daye ku, ji niha û pêde vîze bi asanî nede rayedarên Îranê.

Wezareta derve ya Almanyayê jî eşkere kiriye ku, Almanya nikare li hember rejîma ku, dijî mirovatî tevdigere xwedan têkiliyên baş be, û Almanya li gor mercên rojê li hember Îranê tevdigere û helwestên tund raberî Îranê dike.

Top