• Sunday, 22 February 2026
logo

Xwepêşanderên Mehabadê dest li ser qaymeqamtiya bajar de girtin

Gulan Media October 27, 2022 Nûçe
Xwepêşanderên Mehabadê dest li ser qaymeqamtiya bajar de girtin

Îro 27.10.2022yê di berdewama xwepêşandan û nerazîbûnên xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, xelkê bajarê Mehabadê dest danîn ser qaymeqamtiya bajar û gelek binkeyên hêzên ewlehiyê şewitandin.

Îro xelkê Mehabadê termê Îsmaîl Mewlûdî ku wek Simko dihate naskirin ber bi goristanê ve bir, ku duh bi guleyên rasterast ên hêzên Îranê ve hate kuştin û dirûşmên ‘’Mirin ji bo dîktator’’ ‘’Kurdistan goristana faşîstane’’ avêtin.

Li gor vîdeo û wêneyên di torên civakî de belav bûne, xwepêşanderên Mehabadê dest danîn ser qaymeqamtiya bajar û naha kontrola bajar jî di dest xelkê de ye.

Di hin vîdeoyan de derdikeve ku li taxa Gumrik a Mehabadê hêzên hikûmeta Îranê gule li xwepêşanderan berdidin.

Herwaha xwepêşanderan navenda aborî û zincîre marketên ser bi Sipaha Pasdaran a li bajarê Mehabadê jî şewitandin.  

 

Basnews

Top