• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Mehabadê gelek navendên rejîmê hatin şewitandin

Gulan Media October 27, 2022 Nûçe
Li Mehabadê gelek navendên rejîmê hatin şewitandin

Duhê li Mehabadê ciwaneke din yê Kurd hatibû kuştin.

Îro danê sibê di çarçoveya xwepîşandan û raperîna gelên Îranê li dijî rejîma vê welatî de, îro careke din li bajarê Mehabadê xwepîşandaneke gelek mezin hate lidarxistin.

Di xwepîşandana îro de rixmî êrîşên raste rast yên rejîmê bo ser xelkê, lê xelk qadên bajêr vala nekir û dijî rejîmê raperîna xwe domand.

Îro xelkê Mehabadê, bînaya walîtî, bankaya navendî ya rejîmê, navenda polîsan, navenda îtlaatê û çend navendên besîc yên li Mehabadê şewitandin.

Her di xwepîşandanên îro yên Mehabadê de ciwaneke din yê Kurd bi navê Şaho Xizirî canê xwe ji dest daye.

Weke tê zanîn duhê bişev jî du ciwanên Kurd li Sine û Mehabadê bi destê çekdarên rejîmê hatibûn kuştin.

Top