• Sunday, 22 February 2026
logo

Xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê; Li Qesrî Şîrîn ciwanekî Kurd hat kuştin

Gulan Media October 27, 2022 Nûçe
Xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê; Li Qesrî Şîrîn ciwanekî Kurd hat kuştin

Li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Qesrî Şîrîn ê ser bi parêzgeha Kirmaşanê ve di xwepêşandana şeva bihorî de xortekî Kurd ê 28 salî ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve hat kuştin.

Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê yên ku piştî canjidestdana Jîna Emînî dest pê kirine di 41mîn roja xwe de berdewamin. Li gor agahiyan, şeva bihorî li bajarê Qesrî Şîrîn ê ser bi Kirmaşanê ve xwepêşandanek berfireh hat lidarxistin û di encama aloziyên navbera xwepêşanderan û hêzên emnî de, gencekî Kurd hatiye kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê îro Pêncşemê 27ê Cotmeha 2022an ragihand, di xwepêşandanên şeva bihorî de li Qesrî Şîrî de xortekî Kurd ê 28 salî bi navê "Efşîn Aşam" bi guleya hêzên Îranê hatiye kuştin.

Li gor Hengawê, di xwepêşandana şeva bihorî de hêzên emnî yên hikûmeta Îranê gule berdane xelkê xwepêşander û Efşîn Aşam di encama teqeyên hêzên Îranê de canê xwe ji dest daye.

Herwiha hatiye ragihandin ku hêzên Supaya Nebî Ekrem şaxa Supaya Pasdaran li Kirmaşanê termê wç ciwanê Kurd bi xwe re birine û heta niha radestî malbata wî nekirine.

Efşîn Aşam xelkê gundê Sorxeka Sincawî û niştecihê Taxa Paliyava ya Qesrî Şîrîn bûye.

Komara Îslamî ya Îranê û medyayên wê heta niha derbarê xwepêşandanên li Qesrî Şîrîn de ti zanyarî belav nekirine.

Li ser torên civakî hin dîmenên xwepêşandana li Qesrî Şîrîn hatine belavkirin û çalakvanên xwecihî ragihandine, ku xwepêşanderan agir bi avahiyên hin saziyan xistine.

Li aliyekî din, îro Pêncşembê li bajarê Mihabadê yê ser bi parêzgeha Urmiyê ve xwepêşandanek berfireh heye û xwepêşanderan avahiyên hinsaziyên hikûmetê şewitandine.

Rêxistina Hengawê ya Mafên Mirovan ragihandiye, xwepêşanderan avahiya qaymeqamiya Mihabadê û navendeke polîsan dorpêç kirine.

 

Rudaw

Top