Naveroka karnameya kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî yên derbarê Herêma Kurdistanê de
Serokwezîrê destnîşankirî yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro karnameya hikûmeta xwe eşkere kir.
Li gorî beşek karnameya hikûmeta Sûdanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal dê di nava 6 mehan de, projeyasaya petrol û gazê û bûdceyê li gorî destûra Iraqê amade bikin.
Di karnameyê de hatiye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê dê bi piştevaniya hêzên siyasî yên ku li ser vê ajandayê li hev kirine, li ser mijarên petrol û bûdceyê gotûbêj bikin, heta derxistina yasaya petrol û gazê li gorî destûrê di heya şeş mehan de.
Ji bo dariştina yasaya petrol û gazê di karnameya Sûdanî de hatiye, komîteyeke taybet ji bo karûbarên yasayî, darayî û sotemeniyê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ve tê pêkanîn.
Projeyasaya petrol û gazê dê di 6 mehan de di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Kurdistanê de tê derxistin.
Herwaha di karnameya Sûdanî de hatiye gotin: ‘’Garantî kirina rêkeftina Şingalê ku pêştir di navbera Hewlêr û Bexda de hatibû îmza kirin û di çarçoveya bernameya hikûmetê de vegerandina asayîş û seqamgiriya Şingalê.’’
Di beşek din de tê soz tê dayîn ku tevdîrên rêkeftina taybet derbarê tejî kirina valatiya ewlehiyê li xetên berevaniya navbera hêzên federal û hêzên Pêşmerge de bê temam kirin.
Herwaha di beşekî din a karnameyê de tê gotin: Pêkanîna fewca polîsê hewarçûnê ji ciwanên Kerkûkê û ew erkê îdare kirina dosya ewlehiyê li parêzgehê bigrin ser xwe û pêwîstiyên wan bên dabîn kiirn.’’
Karnameyê de tê gotin: Di nav 6 mehan de yasaya encûmena federal dê bê derxistin. Herwaha yasaya dadgeha federal jî dê nav 6 mehan de bê derxistin.
Li gor karnameya Sûdanî: Helbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê jî 6 mehan de bê kirin û li hemû parêzgehên din jî li gor yasaya ku kar pê tê kirin be, lê nabe salek piştî pêkanîna hikûmetê zêdetir berdewam bike.
Basnews
