Swêd: Em dê sozên ku me dane Tirkiyê bi cih bînin
Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom, beriya serdana Enqerê ya serokwezîrê nû yê Swêdê, peyama "Em dê sozên xwe yên me bo Tirkiyê dane bi cih bînin" da û got: “PKK ji serî heta binî terorîst e.”
Fînland û Swêdê ev nêzîkî 5 mehan in ligel Tirkiyê di danûstandinê de ne bo endambûna NATOyê û heta niha gehiştine jihevtêgehiştineke destpêkê. Niha hikûmeteke nû ya Swêdê heye, ku bi hevpeymaniya çend partiyên rastgir bi Serokatiya Ulf Kristersson pêk hatiye û nameyek şandiye ji Enqerê re û daxwaza civîneke taybet bi wê mijarê kiriye, lê Tirkiyê heta niha bersiva wê nedaye.
Hikûmeta nû ya Swêdê di mijara endambûna wî welatî bo NATOyê de ji bo dilgiraniyên Tirkiyê nemîne dest bi pêngavên nû dike. Piştî ku Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson daxwaza hevdîtinê ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kir, Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom ragihand ku ew ji bo gumanên Tirkiyê nemînin û sozên bo wî welatî dane bicih bikin amade ne.
Billstrom ku ev efteyeke dest bi kar kiriye, dyar kir ku ew piştgiriyê didin helwesta Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê ya der barê PKKyê de û herwiha ew rêzê li fikarên ewlehiyê yên Tirkiyê digirin û got: “PKK ji serî heta binî terorîst e.”
Di heman demê de Billstrom tekez kir ku "di warê azadiya derbirînê de hevsengî pêwîst e" û bal kişand li ser girîngiya pêkanîna sozên li gorî destûrê û li ser bingeheke ewlekariya qanûnî di dema bicihanîna sozayan de.
Li gorî yasayên Swêdê, eger gumanbarek li dijî biryara hikûmetê ya radestkirinê nerazî be, divê gumana wî ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve were lêkolînkirin. Dadgeh dikare biryara radestkirinê ya hikûmetê asteng bike.
Swêd daxwazê ji Tirkiyê dike belgeyên taybet bi wan kesên ku Enqere wek "terorîst" binav dike, pêşkêş bike, daku piştî piştrastbûnê, gotûbêjê li ser cîbicîhkirina bimerc a daxwazên Enqerê bike, ev ji xeynî pêbendbûna Stockholmê bi yasa, rêkar û pîvanên Yekîtiya Ewropayê ku destê wê di asta mafên mirov de gelekî sînordar e.
Rudaw
