• Sunday, 22 February 2026
logo

Gelek rayedarên rejîma Îranê xwe veşartine

Gulan Media October 26, 2022 Nûçe
Gelek rayedarên rejîma Îranê xwe veşartine

Waliyê Mazenderanê dibêje gelek rayedarên Îranê ji tirsa naçin ser karên xwe.

Serhildana xelk û gelên Îranê li dijî rejîma vê welatî berdewame û rayedarên rejîma Îranê jî gelek tirsane.

Di vê çarçoveyê de waliyê parêzgeha Mazinderanê ya li Bakûrê Îranê Mihemed Husênîpûr li vê yekê mokir hat û ragihand ku, ji roja yekem ya raperîna xelkê heta niha gelek rayedarên rejîma Îranê ji tirsa xelkê xwe veşartine û naçin ser karên xwe yên rojane.

Husênîpûr eşkere kir ku, netenê li eyaleta Mazinderanê belku, li gelek deverên din yên Îranê beşeke gelek zêde ji rayedaran, xwe veşartine û zarokên xwe bo cîhên ewle veguhastine.

Weke tê zanîn ev 40 roje li seraserê Îranê raperîna xelkê li dijî rejîma vê welatî berdewame û heta niha zêdetir ji 250 kesan hatine kuştin.

Top