• Sunday, 22 February 2026
logo

Îro li Kurdistanê jî roj tê girtin

Gulan Media October 25, 2022 Nûçe
Îro li Kurdistanê jî roj tê girtin

Derdorê 3 seatan berdewam dibe.

Li gor zaniyariyên estronotî, vê îro li seraserê cîhanê bûyera gîrana rojê ( roj girtin) biqewme û li  hin welatên cîhanê ev bûyera han çend seatan berdewam dibe.

Li Kurdistanê jî bi dema Hewlêrê, roj girtin seat 12 û 57 deqîqeyan destpê dike û heta derdorê seat 3 bi şêwazeke nîveyî berdewam dibe.

Aliyên têkildar jî huşdarî didin welatiyan ku, baldar bin û bi çavên bêyî berçavik li rojê nemîzinin jiber ku, tîşkên rojê vê bandor li ser çavên wan bikin.

Top