• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Amerîkayê li dibistanekê êrîşeke çekdarî: Kuştî û birîndar hene

Gulan Media October 25, 2022 Nûçe
Li Amerîkayê li dibistanekê êrîşeke çekdarî: Kuştî û birîndar hene

Li eyaleta Missouri ya Amerîkayê kesekî di nava lîseyekê de teqe li xwendekaran kir û di encamê de herî kêm 3 kes hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Kesê çekdar roja Duşembê saet di 09:00 de bi dema herêmî ket Lîseya Navendî ya Dîtbarî û Hunerên Performansê ya li bajarê St. Louis.

Li gor zanyariyan deriyên avahiya dibistanê hatibûn qufilkirin û ne diyar bû ku gumanbar çawa ketiye hundir.

Li gor medyaya Amerîkayê, êrîşkar kesekî 19 salî bûye û li nav lîseyê teqe kiriye ku di encam de herî kêm 3 kesan canê xwe ji dest dane û 7 kesên din jî birîndar bûne.

Hatiye ragihandin ku hêzên polîs teqe li kesê êrîşkar kirine û êrîşkarê 19 salî ji ber gulebarana polîsan birîndar bûye û paşê canê xwe ji dest daye.

Rêveberiya dibistanê got, ku polîsan bi lez û bez ew çekdar rawestandin.

Derbarê armanca êrîşkar û têkiliya xwe ya bi dibistanê re ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Şahidan diyar kirin ji ber ku di dema êrîşê de çeka êrîşkar asê bûye ew ji êrîşê sax filitîne.

Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî keçeke ciwan li cihê bûyerê û jinek jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye. 7 kes jî birîndar bûn û hatin dermankirin.

Hat diyarkirin ku êrîşkar gelek xeşab (şarjor) û bi sedan fîşek bi xwe re biribûn nav lîseyê.

Komîserê Polîsê St. Louis, Michal Sack gotiye, “Ev êrîş dikaribû gelek xirabtir bûya.”

 

Rudaw

Top