PKK binkeyekî din ê partiyekî bê molet li Silêmaniyê vedike
Çend rojeke PKK bê molet binkeyekî xwe yê din bi navê Partiya Azadî û Demokratîk a Êzdîiyan (PADÊ) li Silêmaniyê vekiriye û kesekî xelkê Rojavayê Kurdistanê ji bo nûnertiya wê partiyê li Silêmaniyê daniye ku diyar nîne çi karekî dikin. Lê ji aliyê din ve ti moletekî fermî ya wê partiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê tine.
Partiya Azadî û Demokratîk a Êzdiyan (PADÊ) partiyekî ser bi PKKê ye li Şingalê û ji aliyê berpirsên PYDê ve tê birêve birin. Çend roje jî ew partî li Silêmaniyê dest bi kar kiriye û çalakiyan dike û nûnertiya xwe vekiriye û vekirina nûnertî, kar û çalakiyên wê partiyê jî derveyî rênmayiyên yasayî ya partiyane, ji ber wê partiyê ti moletekî fermî li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxwe wernegirtiye.
Li gor zanyariyên BasNewsê kesekî bi navê Merwan Şingalê wek nûnerê wê partiyê hatiye danîn, ku berê li Rojavayê Kurdistanê çalak bû û di odeya operasyonên leşkerî ya PKKê li Rojavayê Kurdistanê kar kiriye, ku taybet derbarê girtina rêveberên partiyên derveyî PKKê li Rojavayê Kurdistanê kar kiriye. Çend mehe jî ew partiye li Silêmaniyê bi awayekî nepenî kar li ser kampa xelkê Rojavayê Kurdistanê û Êzdiyan li Erbetê kar dike û herwaha pêwendî bi hemû karkeran ve çêkiriye ku Êzdî ne û li Silêmaniyê kar dikin.
Endamê Encûmena Parêzgeha Silêmanî Ziyad Kakereza ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li gor yasaya partiyan divê her partiyekî moleta fermî li Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebe, piştre dikare binke vebike û karê siyasî bike. Ji ber wê divê saziyên ewlehiya Silêmaniyê bersiva vê pirsê bidin, çawa binkeyê wê partiyê, yan jî kar û çalakiyên wê partiyê li Silêmaniyê heye, lê moleta Wezareta Navxwe wernegirtiye?’’
