• Sunday, 22 February 2026
logo

Rojhilatê Kurdistanê…Keçeke din a kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin

Gulan Media October 24, 2022 Nûçe
Rojhilatê Kurdistanê…Keçeke din a kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin

Di xwepêşandanên li dijî kuştina keça kurd a Jîna Emînî ku bi destê hêzên ewlehiya Îranê ve bi lêdanê hatibû kuştin û wek bertekek li hember wê bûyerê ev 37 roje li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan berdewam dikin û derket keçeke din a kurd dîsa ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve bi lêdanê jiyana xwe ji dest daye.

Li gor malpera Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw; keça xwandevan a bi navê Nigîn Ebdulmelîk a temen 21 salî û xelkê bajarê Qurwe ya ser bi parêzgeha Sine ye û di xwepêşandanên bajarê Hemedanê yên dijî kuştina Jîna Emînî de ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatiye kuştin. Li gor agahiyên heman çavkaniyê Nigîn Ebdulmelîk li zanîngeha pîşeyî ya Hemedanê xwandevan bûye û piştî 2 heftiyan hatiye kuştin agahiya kuştina wê aşkera bûye.

Li gor agahiyên Hengaw Nigîn Ebdulmelîk di dema nerazîbûnên li Hemedanê yên roja 12.10.2022yê di encama lêdana polîs a bi jop (cob) ku li serê wê dane giran birîndar bûye û piştî wegeriyaye bo zankoyê jiyana xwe ji dest daye.

Yek ji şahidên bûyerê ku xwandekara zanîngeha Hemedanê ye ji Hengaw re ragehandiye: ‘’Hêzên Hîraseta Zanîngehê (Hêzên ser bi îdareya îstixbarata Îtlaatê li Zanîngehê) li gel hejmarek hêzên ewlehiyê piştî agahdariya mirina Nigîn bilez çûne beşa navxwe ya zanîngehê û dest bi gefxwarinê li xwandekaran kirine û herwaha malbata Nigîn Ebdulmelîk a li bajarê Qurwe jî bang kirine ku bêne Hemedanê.’’

Heman çavkaniyê ragehand: ‘’Hêzên ewlehiya Îranê gef li xwandevan û malbata wê keça kurd xwarine ji wan re gotine divê soz bidin ku bibêjin ew keç ji ber xwarina masiyên qutiyan ên dema wê derbasbûyî jiyana xwe ji dest daye.’’

Herwaha hat zanîn di dema veşartina termê wê keça kurd de jî hêzên ewlehiya Îranê givaşeke zêde û di bin dorpêça wan de li bajarê Qurwe termê wê keçê hatiye veşartin.

Nigîn Ebdulmelîk xwandevana beşa endazyara bijîşkî ya zanîngeha pîşeyî ya Hemedanê bûye.

 

Basnews

Top