• Sunday, 22 February 2026
logo

Îran gef li Azerbayicanê dike

Gulan Media October 24, 2022 Nûçe
Îran gef li Azerbayicanê dike

Dibêje Nexcewan dixwaze vegere ser Îranê.

Piştî tetbîqata leşkerî ya Îranê ya li ser  sînorên navbera Azerbayican û Îranê, rayedarên spaha Pasdaran ya Îranê huşdarî dan Azerbayicanê û gef li Azerbayicanê kirin.

Li gor çapemeniya Îranî, rayedarên spaha Pasdaran diyar kirine ku, tetbîqata ku, li ser sînorên navbera Îran, Ermenistan û Azerbayicanê hatiye lidarxistin çend peyamên gelek girîng li xwe girtiye ku, yek ji wan ewe ku, Îran bi ti awayî qebûl nake kirîdora Zengesor were vekirin û Îran qebûl nake sînorên cogirafî yên li herêmê werin guhertin.

Heman rayedarên spaha Pasdaran ev yek jî diyar kirine ku, li Nexcewanê gelek alî hene ku, dixwazin vegerin ser Îranê û spaha Pasdaran jî bo vê yekê amadekariyên pêwîst dike.

Ev daxuyaniya Îranê li gor pisporan vê bibe sedema çê bûna aloziyên gelek mezin di navbera Îran, Azerbayican û Tirkiyeyê de û egere derketina şer jî di navbera wan aliyan de zêdetir dike.

Top