• Sunday, 22 February 2026
logo

Komeleya Hiqûqnasên Bo Azadiyê: Parêzera me ji ber axaftina xwe rûbirûyê êrîşî bûye

Gulan Media October 23, 2022 Nûçe
Komeleya Hiqûqnasên Bo Azadiyê: Parêzera me ji ber axaftina xwe rûbirûyê êrîşî bûye

Komeleya Hiqûqnasên bo Azadiyê (OHD) ragihand ku endama wan Aryen Turan di Civîna Giştî ya Baroya Îzmirê de ji ber naveroka axaftina xwe û slogana bi zimanê Kurdî ku gotiye “Jin, Jiyan, Azadî” rûbirûyê êrîşa bi devkî û fizîkî bûye.

Civîna Giştî ya Baroya Îzmirê ya 2022-2024ê ku dê 2 rojan berdewam bike doh roja Şemiyê 22ê Cotmeha 2022ê li Salona Werzîşê ya Celal Atik destpê kir û di civînê de alozî derket.

Li gor dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin di civînê de li ser navê Komeleya Hiqûqnasên bo Azadiyê Aryen Turan di axaftina xwe de amaje bi rewşa girtiyên nexweş dide, bi taybetî li ser rewşa Parlamentera berê ya HDPê Aysel Tugluk diaxive û dibêje divê ew girtiyên nexweş bên azadkirin.

Herwiha di dawiya axaftina xwe de jî Deniz Poyraz ku li avahiya HDPê ya Îzmirê hatibû kuştin û Jîna Emînî ku li Îranê di dema desteserkirina polîsên exlaqê de canê xwe ji dest dabû bibîr dixe û axaftina xwe bi slogana “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî dike. Lê piştî van gotinên Turan li salonê nerazîbûn çêbûye û hejmarek parêzer li salonê dixwazin êrîşî Turan bikin.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên bo Azadiyê ya Îzmirê derbarê bûyerê de li ser hesabê xwe yê Twîtterê dîmen parvekirine û dibêje, Aryen Turan di dema axaftina xwe de rûbirûyê gef, heqaret û êrîşa grupekê bûye.

OHD dibêje: “Piştî di dawiya axftina xwe de dema got `Jin, Jiyan, Azadî` û daket salonê grupê xwest fizîkî jî êrîşî Turan bikin. Ev slogan li hemû cîhanê ji ber kuştina Jîna Emînî tê gotin lê kesên li vê derê tehamûla vê sloganê nakin ti ferqa wan ji rejîma Îranê nîne. Em wek Hiqûqnasên bo Azadiyê li dijî vê hişmendiya dijminê jinan û faşîst em d ê li ser têkoşîna xwe berdewam bin.”

Şaxa Stenbolê ya heman komeleyê jî bi armanca piştgiriyê peyamek belav kiriye û dibêje Aryen Turan ji ber bi zimanê Kurdî axivî ye ev êrîş çêbûne û li dijî vê hişmendiya faşîst dê li ser têkoşîna xwe berdewam in.

Endama Komeleya Hiqûqnasên bo Azadî (OHD) Aryen Turan got: “Herî dawî em Deniz Poyraz ku li avahiya HDPê ya Izmirê hat kuştin û Jîna Emînî ku ji aliyê polîsên Iranê ve hat kuştin bi rêz bibîr tînin. Em soz didin em dê xwedî li daxwaza wan a jiyaneke azad û demokratîk derkevin. Bi taybetî dijî vê sîstema mêran ku zilmê li jinan dike û rê nade azadiyan em dê dengê xwe bilind bikin. Jin, Jiyan Azadî."

Top