"Dibistana Marksîst Li Amedê" hat damezrandin
Li Diyarbekirê dibistanek bi navê “Dibistana Marksîst Li Amedê” hat damezrandin. Damezirandina dibistanê bi civîneke çapemeniyê bi zimanê Kurdî û Tirkî hat ragihandin.
Li Şaxa Sendîqeya Perwerdehiyê EgîtîmSenê ya Diyarbekir bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin ku “Dibistana Marksîst Li Amedê” hatiya damezirandin.
Di civînê de Serokê Partiya Komunîst a Kurdistan Sînan Çîftyurek amaje kir ku ev demek dirêj bû fikra wan a damezirandina dibistana marksîst hebû û kêfxweş in niha vê projeyê pêk tînin.
Di civîna ragihandina damezirandina “Dibistana Marksîst Li Amedê” de danezana Kurdî ji aliyê nivîskar Şerefxan Cizîrî ve hat xwendin û hat amajekirin ku ew li benda hemû wan kesan in ku dixwazin di vî warî de beşdariyê bikin. Logoya dibistanê jî ew e ku Karl Mar li Bircên Diyarbekir dinihêre.
Rudaw
