• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Rojhilatê Kurdistanê Kurdekî din di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da

Gulan Media October 23, 2022 Nûçe
Li Rojhilatê Kurdistanê Kurdekî din di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da

Ramîn Fethî yek ji wan 3 birayên ku di xwepêşandanên bajarê Sine de ji aliyê hêzên Îtlaata Îranê (Îstixbarat) ve hatibûn desteserkirin, jiyana xwe ji dest da. Malbata wî got ku Ramîn di dema îşkenceyê de jiyana xwe ji dest daye û hêzên ewlehiyê cenaze bi dizî veşartine.

Di xwepêşandanên li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê de, du birayên bi navê Ramîn û Wirya û xwişka wan Rada, di navbera du rojan de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên îstixbarata Îranê ve hatin desteserkirin.

Ramîn Fethî yê ku di 13ê Cotmehê de hat desteserkirin, di 21ê Cotmehê de malbata wî hat agahdarkirin ku Ramîn jiyana xwe ji dest daye, beriya ku bi dizî li goristanê bê veşartin, destûr hat dayîn ku malbata wî cihê gora wî bibînin.

Çiyako Fethî birayê Ramîn ê ku jiyana xwe ji dest da ji Rûdawê re axivî û got “Ji ber ku di îşkenceyê de li serê Ramîn dane, xwîn rijiyaye ser mêjiyê wî û di 21ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest daye. Piştre hêzên ewlekariya Îranê cenazeyê birayê min birine goristana Behiştî Mihemed. Tenê agahî dane xizmên me. Tenê ji bo nîşan bidin ku birayê min li ku derê hatiye veşartin.”

Di 13ê Cotmehê Ramîn Fethî bajarê Baneyê hat deseterkirin, rojek piştre birayên wî yên bi navê Wirya û 2 roj şûnde jî xwişka wî ya bi navê Rada li bajarê Sinê hatin desteserkirin. Piştre Ramîn di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi dizî hat veşartin. Heta niha nehatiye zanîn ku 3 xuşk û bira bi çi tohmetê hatine desteserkirin.

Çiyako Fethî da zanîn ku ji dema xwişk û brayên wî hatin desteserkirin û şûn ve ti agahî ji wan wernegirtine heta ku Îtlaata Îranê agahiya mirina Ramîn dane xizmên wan ên li Sinê.

Li gor Çiyako Fethî; Dema xizmên wî çûn Îdareya Îtlaatê, ji wan re hatiye gotin ku gotin “Ramîn Fethî di girtîgehê de xwe kuştiye” û cihê gora wî hat nîşandan. Lê li gorî xizmên wî, Ramîn xwe nekuştiye, di bin îşkenceyê de hatiye kuştin.

Ramîn Fethî ku di sala 1975an de li Banê ji dayik bû, bavê zarokekî bû. Ramîn Fethî li Sinê di xwepêşandanên dijî kuştina keça Kurd jîna Emînî de hatibû desteserkirin.

Di sala 2017’an de dema Ramîn Fethî dixwest biçe Ewropayê ji aliyê polîsên Sirbistanê ve hat girtin û ew radestî Tirkiyeyê kirin. Li Tirkiyeyê bi hinceta ku“endamê PKKê yê çekdar e” meh û nîvekê di girtîgehê de dimîne.

 Li gorî gotina malbata wî, îşkence li wî tê kirin, dema tê fêmkirin ku ew ne PKKyî ye, radestî Îranê tê kirin. Ramîn piştî mehekê ji aliyê Îranê ve hat desteserkiri, piştre bi şertê kontrola edlî  bi kefaletê tê berdan.

Hate diyarkirin ku Ramîn Fethî di navbera salên 2015-2017’an de pêşmergeyê Partiya Komele ya Rojhilatê Kurdistanê bûye.

Birayê wî Çiyako Fethî jî diyar kir ku birayê wî di bin çavêriyê de bûye û êdî bi siyasetê re mijûl nedibû, li ser karê xwe bûye û wiha berdewam kir:

“Haya min jê tunebû ku Ramîn beşdarî xwepêşandanan bûye. Ez bawer nakim ku wî xwenîşandanan organîze kiribe ji ber ku êdî bi siyasetê re mijûl nabe. Lê weke herkesî dibe ku ew jî beşdarî xwepêşandanan bûbe. Roja ku were desteserkirin ne li Sinê jî bûye. Li baxê apê xwe yê di navbera Bane û Seqizê de bû mêvan. Hêzên Îtlaatê çûne wê derê û ew li wir desteserkirine.”

 

Rudaw

Top