• Sunday, 22 February 2026
logo

Mesrûr pêşwaziya biryara parlementoya Almanyayê kir

Gulan Media October 22, 2022 Nûçe
Mesrûr pêşwaziya biryara parlementoya Almanyayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li biryara Parlamentoya Almanyayê ya ji bo dirêjkirina erkê artêşa Almanyayê li Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser Twitterê got: "Ez pêşwazî li biryara parlamentoya Almanyayê ya dirêjkirina erkê artêşa wan li Iraq û Herêma Kurdistanê dikim. Em bi îradeyeke hevbeş li gel hev in ku rê li ber zulm û zordariyê li navçeyên me bigirin."

Parlamentoya Almanya roja Înê biryara dirêjkirina mayîna hêzên xwe yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê da bû.

 

Basnews

Top