• Sunday, 22 February 2026
logo

Saziya Keşnasiyê bo Bakurê Kurdistanê hişyarî da

Gulan Media October 21, 2022 Nûçe
Saziya Keşnasiyê bo Bakurê Kurdistanê hişyarî da

Rêveberiya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê bo 13 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana zêde, ba û bahozê û bo cihên bilind jî hişyariya berfê da û dibêje di nav vê hefteyê de divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Li gor daxûyaniya Rêveberiya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji 21ê Cotmehê û pê ve di nav hefteyekê de li parêzgehên Amed, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Riha, Bedlîs, Qers, Agirî, Idir, Mûş, Şirnex, Colemêrg û Wanê yên Bakurê Kurdistanê tê pêşbînîkirin ku baraneke zêde bibare û rê li lehiyan veke.

Herwiha tê gotin ku li piraniya parêzgehan egera ba û bahozê jî heye û metirsî heye serbanên avahiya bifirin, stun û dar jî bikevin xwarê.

Saziya Keşnasî hişyarî dide ku welatî tedbîrên xwe werbigrin û li gor hişyariyê tevbigerin.

 

Rudaw

Top