• Sunday, 22 February 2026
logo

25 koçberên Kurd li Cezaîrê girtî ne û bang li Netewên Yekgirtî dikin

Gulan Media October 19, 2022 Nûçe
25 koçberên Kurd li Cezaîrê girtî ne û bang li Netewên Yekgirtî dikin

 25 koçberên ji Kobanê ku di girtîgeheke Cezaîrê de ne, bang li rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan dikin ku destêwerdanê bikin da ku wan serbest berdin, û nehêlin rayedarên Cezaîrê wan dersînorî Nîjer û Sûriyê bikin.

Koçberekî Kurd ê ji bajarê Kabanê tomarek deng ji K24ê re şand û got: “Em 25 Kurdên ji Kabanê ligel 2 kesên sûrî û 3 kesên filistînî ji berî çend rojan ve li bajarê Mustexanim a Cezaîrê ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin û niha ew di zîndanê de.”

Wî koçber got: “Desthilatên Cezaîrê ji me re gotine ku ew ê me ji bo welatê Nîjer yan Sûriyê dersînor bikin, di her du haletan de metirsî li ser me dê hebe. Ji ber wê ev du roj in em ketine greva birçîbûnê û em daxwaz dikin ku nûnerên Netewên Yekgirtî me bibînin û çareseriyekê ji vê pirsgirêka me re bibînin.”

Got jî: “Em dixwazin Netewên Yekgirtî yan mafê penabertiyê bide me, yan jî rê bide, em vegerin Lubnan yan Iraqê.”

Sûriyên ku dixwazin bigihin Yekîtiya Ewropî û mafê penaberiyê werbigirin, serî li riyên cuda yên qaçaxçî didin, ji wan jî di rêya Cezayîrê re ku di deryayê re hewl didin xwe bigihînin beravên Ewropayê.

Di 5ê Cotmehê de jî, 34 koçberêm ku piraniya wan sûrî û Kurd bûn, di keştiya wan di deryaya Sipî de li beravên Cezayîrê binav bû û canê xwe ji dest dan.

 

K24

Top