• Sunday, 22 February 2026
logo

Parlamenterekî PDKê: Hatina şandeya Bexda ya gel Serok Barzanî ji bo zelal kirina Serokomartiyê ye

Gulan Media October 11, 2022 Nûçe
Parlamenterekî PDKê: Hatina şandeya Bexda ya gel Serok Barzanî ji bo zelal kirina Serokomartiyê ye

Endamekî Parlamentoya Iraqê yê fraksiyona PDKê behsa wê yekê dike ku hatina şandeya bilind a Bexdayê ya gel Serok Mesûd Barzanî armanca wê aşkera ye û armanca wan ew e pirsa berbijêrê serokomarê Iraqê zelal bikin.

Endamê Parlamentoya Iraqê yê fraksiyona PDKê li Bexdayê Amanc Herkî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şandeyeke bilind li Bexdayê ve bo gel Serok Barzanî hatine, ku pêktên ji berbijêrê serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Desteya Heşdî Şeibî Falih Feyaz ku mijara berbijêrê Serokomarê Iraqê dê li gel Serok Barzanî gotûbêj bikin û dixwazin îro zelal bikin.’’

Herwaha got: ‘’Heta naha berbijêrê PDKê yê wê peywirê Kak Rêber Ehmed e û ti guhertinek têde çênebûye. Îro Serok Barzanî dê biryara zelal bide. Heta naha kurdan li ser berbijêr rêkeftin nekirine, ji ber wê jî eger rêkeftin neyê kirin dê bi du berbijêran ve kurd biçin Bexda.’’

 

Basnews

Top