Tirkiyê girtina yek ji berpirsên lojîstîk a PKKê li Şingalê ragehand
Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyê (MÎT) yek ji berpirsên lojîstîkî yên PKKê li Şengalê desteser kir û bir Tirkiyê.
Ajansa Anadolu ya fermî ya Tirkiyê ” ji zarê berpirsên asayîşa wî welatî radigihîne ku, Saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Çiyager Mamxurî ku yek ji berpirsên lojîstîkî yên PKKê ye li Şengalê desteser kiriye û biriye Tirkiyê.
Li gor nûçeyê, Çekdar Kaya di sala 2015ê de tevlî kadroyên gundan ên PKK/KCK'ê bû. Di sala 2016’an de li herêma Garê kar kiriye.
Hat ragihandin, Çekdar Kaya di sala 2017’an de li Şingalê ji aliyê PKK’ê ve hatiye erkdar kirin. Herî dawî jî wek berpirsê lojîstîk li Şingalî kar dikir.
Di nûçeyê de nehate eşkerekiririn ku ew berpirsê PKKê kengî hatiye girtin. PKKê jî heta niha ti daxuyanî li ser vê nûçeyê nedaye.
Basnews
