• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokê herêmê û balyozê Almanyayê civiyan

Gulan Media October 10, 2022 Nûçe
Serokê herêmê û balyozê Almanyayê civiyan

Di civînê de behsa rewşa siyasiya Îraqê hate kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Almanyayê yê li Îraqê Martin Yeger û şandeke pê re kir.

Di civînê de giftûgo derbarê pêşhat û rewşa dawî ya Îraqê û derbasbûna salek bi ser hilbijartinên Îraqê û hewldanên heyî yên bo ser rast kirina prosesa siyasiya Îraqê û ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê hate kirin.

Di berdewamiya civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jiber hevkarî kirina herêma Kurdistan û Îraqê di şerê dijî DIŞIê de û herwiha dirêj kirina dema pîwerdariya hêzên Almanî yên li herêma Kurdistanê de, spasiya hikûmeta Almanyayê kir û jiber destbikar kirina Konsulusê nû yê Almanyayê yê li Hewlêrê jî pîrozbayî li wî kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest.

Di berdewamiya civînê de her du aliyan tekez li ser pêşde birin û bihêztir kirina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Almanyayê de û girîngî dan bi berdewamiya piştîvaniyên civaka cîhanî û welatên dost bo Îraq û herêma Kurdistanê û ava kirina hikûmetek ku, xizmetgozar û bersifderê daxwazên welatiyên Îraqê be kirin.

Di beşeke din ya civînê de giftûgo li ser rewşa navxwe ya herêma Kurdistanê jî hate kirin û têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê yên li gel welatên cîran û çend babetên din mijarên din yên vê civîna han bûn.

Top