• Sunday, 22 February 2026
logo

Almanya dema mayîna hêzên xwe yên li Herêma Kurdistanê dirêj kir

Gulan Media October 8, 2022 Nûçe
Almanya dema mayîna hêzên xwe yên li Herêma Kurdistanê dirêj kir

Hikûmeta Almanyayê dema mayîna hêzên xwe di çarçoveya hêzên Hevpeymanan û NATOyê de ji bo rûbirûbûna DAIŞê li Herêma Kurdistan û Iraqê heta dawiya meha Cotmeha sala 2023an dirêj kir. Parlemana Federalî ya Almanyayê biryar e di 21 vê mehê de deng li ser bide.

Li gor rapora Hikûmeta Almanyayê, sala 2020an ji koma 120 serbaz û şêwirmendên wî welatî li Iraqê, 90 ji wan li Hewlêrê hatibûn bicihkirin û niha jî şêwirmendên serbazî yên Almanyayê rahênanê bi hêzên Pêşmerge dikin.

Ji sala 2015an ve, Almanya 2 milyar û 730 milyon dolar ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê terxan kiriye, her wiha zêdetir ji 96 milyon dolaran ji bo alîkariya penaberên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê li Iraq û Herêma Kurdistanê terxan kiriye.

Rudaw

Top