Ciwanê ji Rojavayê Kurdistanê li kampê xwe di warê wênesaziyê de pêş xistiye
Penaberê ji Rojavayê Kurdistanê Şîrvan Mihemed Seîd ê 28 salî ku li Kampa Domîz a Duhokê dimîne, xwedî şarezayiyeke wênesaziyê ya bêhempa ye.
Şîrvan Mihemed Seîd ê ku li Amûdê hatiye dinyayê, ji bo wêneyên xwe destmal, qelem û jêbirkekê bi kar tîne.
Şîrvan ê ku ji sala 2012an û vir ve li kampê ye diyar kir ku wî 3 sal in dest bi xêzkirinê kiriye û got, “Di heyama Covîd 19an de ji bêzariyê min tiştek nedît ku ez bikim, lewma min dest bi xêzkirinê kir. Du xwişkên min hene ku wênesaz in û malbata min bi giştî ji wênesaziyê û hunerê hez dike.”
Şîrvan ê ku niha bêkar e, diyar kir ku heta niha beşdarî tu pêşangehan nebûye. Şîrvan ji Rûdawê re got, ew bi niyaz e ku di demeke nêzîk de pêşangehekê li Kampa Domîz veke.
Rudaw
