• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî peyamek belav kir

Gulan Media October 8, 2022 Nûçe
Serok        Barzanî peyamek belav kir

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta rojbûna Pêxemberê alema Îslamê Hz. Muhemed peyamek pêşkêşî hemû misilmanên Herêma Kurdistanê Iraqê û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi helkefta salvegera ji dayikbûna pêxemberê mezin, hezretî Mihemed Mistefa (Silavên Xwedê li ser bê) pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhan û Iraq û Kurdistanê dikim.

Li vê helkefta pîroz da ji Xwedayê mezin hêvîdarim deriyê xêr û bereket û dilovaniyê bi rûyê gelê Kurdistanê û gelên Iraq û navçeyê veke û aştî û mirovdostî seranserê cîhan û navçeya me vegerê.

Her wiha ji yezdanê mezin dixwazim çanda pêkvejiyan û birayetî û tebayî ya li navbera gelê me da kûrtir û berfirehtir bibê.

Top