Vê rojnameya fermî ya federalî bi Kurdî jî were çap kirin
Serokwezîr li gel wezîrê dad yê federalî civiya.
Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîrê dad yê federalî kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya wezîrê dad yê federalî birêz Dadwer Sala Ebdulsitar kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê pere pêdana hevkarî û hemahengiya navbera wezareta dad û desthilata dadwerî ya herêma Kurdistanê li gel wezareta dad û desthilata dadwerî ya federalî û girîngiya parastina serwerî û serbixweyiya desthilata dadwerî û dadgehan kir.
Di berdewamiya civînê de me tekez li ser girîngiya çap kirina rojnameya fermî ya Îraqê bi zimanê Kurdî weke zimanê fermî li Îraqê kir.
